DAIŞ, 19 welatiyên Êraqî bi zindî şewitandine

DAIŞ, 19 welatiyên Êraqî bi zindî şewitandine

Rojava News: Terorîstên DAIŞ weku çawa firokvanê Urdinî MeazKesasîbê şewitandibû îro jî 19 welatiyên Êraqî li Musilê û Enbarê şewitandine.

 

Li gor nuçeyê Ii ser malperê ajansan;  îro înê 6/2/2015 terorîstên DAIŞ`ê 3 welatiyên Êraqî li rojavayê Rumadî şewitandine.

 

Li gor zanyariyên Meyadînê ew 3 welatî bi tometa sîxurî li navçeya Dolab ya ser bi qeza hît li rojavayê Rumadî li pêşiya malbatên wan ew şewitandine.

 

Ji alitekî dinê ve jêderekê li nava musilê ji PUKmedia`yê re ragihand ku terorîstên DAIŞ bi sedema rexnegirtin li biryara Ebu Bekir Bexdadî 16 kes li navçeya Elîslah li navenda Musilê şewitandine.

 

Jêderê amaje bi wê yekê jî kir ku ew 16 kes red kirine ku tevlî rêzên DAIŞ bibin û eve çend rojin hatibûn destgîr kirinê.