Rojava News: Serokê Emerîka Barak Obama ragihand ku ewê tu carî welatê xwe nexe nava şerekî nû nû li rojhilata navîn.
Obama teqez kir ku hevpeymaniya navdewletî ya bi serpereştiya Emerîka li dijî rêxistina terorîstî ya DAIŞ gelekî xorte û derbeyên mezin li rêxistinê xistine û ew rêxistin lawaz kirine.
Di beyannamekê de ku îro belav kiriye de Barak Obama diyar kiriye ku rêveberiya wî projeyasayek pêşkêş kiriye û têde ji kongirêsa Emerîka xwestiye ku rê bide wî ku hêzên leşkerî li dijî DAIŞ heya sê salên pêş de bikarbîne. Yan jî heya ku rêxistina DAIŞ bi temamî jinav bibin.
Di heman demê de Obama aşkira dike ku ew projeyasaya ku wî pêşkêşî kongiresê kiriye ne ji bo şandina hêzên bejayî bo Êraq û sûriyê ye belku dibe ku ferman bide ku ji bo şerê li dijî DAIŞ eger pêwîstî bê dîtin bikare hêzên taybet ên Emerîka bişîne navçeyê.
Serokê Emerîka daye zanîn ku ev biryar berhema hevkariya hevbeş a di navbera Komariyan û demokratxwazane ku li ser pêwîstiya parastina ewlekariya niştimanî ya welatê xwe lihev dikine. Her weha ji bo jinavbirina wê rêxistina ku gelek sivîl kuştine ku di nava wan de welatiyên Emerîkî jî hebûne.
