Rojava News: Kovara înglîz The Economîst, di hejmara xwe ya herî dawî de li ser serxwebûna Kurdistanê dibêje: “Serxwebûna Kurdan ji hemû demê zêdetir nêzîk bûye.”
Kovara The Economîst, di hejmara xwe ya vê hefteyê de li ser Kurdan nivîsek dûr-dirêj belav kiriye. Di nivîsê de behsa serxwebûnê, rola PKK û kurdên Başûr hatiye kirin.
Di nivîsê de ku bi navê “Kurdistan: Ji hemû demê zêdetir nêzîkî serxwebûnê ye!” behsa dîrok û siyaseta Kurdan tê kirin.
Fermandeyê eniya Guwêr-Mexmûrê û neviyê Mela Mistefa Barzanî, Sîrwan Barzanî ji kovarê re gotiye: “Em pir li bendê man. 100 sal bi ser perçebûna me di navbera 4 şetanan de derbas bû, emê di nav du salan de serbixwe bibin.”
Di nivîsê de behsa gotinên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yên li ser serxwebûnê jî hatiye kirin û li ser zarê wî wiha hatiye gotin: “Êdî dema wê hatiye ku em qedera xwe bi destê xwe kifş bikin. Em nikarin li bendê ku hinek din li ser qedera me biryar bidin.”
Di kovarê de gotinên Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî yên li ser serxwebûnê jî wiha hatine ziman: “Rewşa Mûsilê bi tevahî hatiye guhertin. Êdî mirov nikare vegere sîstema berê ji ber ku êdî serdestiya dewleta Iraqê nemaye. Netewa Iraqê nîne. Lê ti kes serxwebûnê pêşkêşî me nake divê em bistînin.”
Nivîsa The Economîstê wiha didome:
“Nêçîrvan Barzanî vê yekê dizane ku Kurdistaneke serxbixwe û payinde ancax bi hevkariya baş digel cîranên wê mîna Tirkiye û Iraqê re dibe. Barzanî dibêje, divê em berî her kesî Iraqê razî bikin.”
Li gorî kovarê, asta danûstandinên bazirganiyê yên Tirkiye û Herêma Kurdistanê derdora 8 milyar dolar e û nêzîkî 100 hezar welatiyên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê kar dikin.
Kovara The Economîst ev jî aniye ziman ku Herêma Kurdistanê “serbixwe ye lê nav lê nehatiye kirin”.
Di beşeke din a nivîsê de ku bi navê “Kurdan azad berdin” jî wiha hatiye gotin:
“Eger welatek bikaribe li ser piyên xwe bisekine û xwedan şiyanên demokratîk be û xwedî li kêmîneyan derkeve divê serxwebûna xwe jî bidest bîne. Ji ber wê jî divê kurdên Iraqê serxwebûna xwe bi dengdanê (referandom) cardin piştrast bikin. Divê li kêleka şiyanên aborî û demokratîk bikaribe di warê leşkerî de jî xwe biparêze lê pişta bizavên dijî Îran, Sûriye û Tirkiyê negire…Kurd dixwazin welatekî wan hebe, ev jî heq kirine.”
Kovara înglîz behsa PKKê jî kiriye û diyar kiriye ku PKK tê guhertin. Di nivîsê de li ser PKKê ev tişt hatine gotin:
“Cemîl Bayik, ku yek ji avakerên PKKê ye, dibêje, PKKa nû ji ya berê cudatir e. Bayik ji hizra marksîst-lenînîst dûr ketiye û niha jî dibêje, em dîktatoriya proletarya û dîktatoriya partiyê red dikin. Li gorî Cemîl Bayik, PKK êdî li başûrê rojhilatê Tirkiyê (Bakur) dewletek cuda naxwaze.”
Cemîl Bayik, ji kovarê re wiha gotiye:
“Em tenê dixwazin bi nasnameya xwe bi kultura xwe û di bin şertên demokratîk de azad bijîn. Mafê destnîşankirina qederê nayê wateya dewletek serbixwe. Em li pey Kurdistana mezin nînin. Eger kurdên Iraqê dixwazin dewleta xwe ava bikin ew bixwe dizanin.”
Wî rayedarê PKKê diyar kiriye ku li şûna Kurdistana serbixwe ew dixwazin li Tirkiyê sîstema kantonê û konfederalîzma demokratîk hebe.
Cemîl Bayik behsa şerê DAIŞê jî kiriye û gotiye, şerê DAIŞê PKK da guhertin û wiha axiviye:
“DAIŞê kurd kirin yek. Cara yekemîn rayedarên kurd ên Iraqê ji wê yekê kêfxweşî bûn ku PKK û Pêşmerge bi hev re şerê DAIŞê dikin. li Kobanî jî bi hev re şer kirin. Ev bûyerên baş in. Eger PKK bikaribe kurdên Tirkiye û Iraqê razî bike wê çaxê ev xebata dirêj û bixwîn dê xilas bibe.”
