Ji bilî herêmên şer, gelek welat ji bo jinan gelekî xetere ne

Ji bilî herêmên şer, gelek welat ji bo jinan gelekî xetere ne

Rojava News: Di nava welatên ku ji bo gera bi tenê ya jinan xetere ne de, Hîndîstan, Tirkiye û Fas jî hene.

Rojnameya DailyMail lîsteya welatên ku di dema gera bi tena serê ya jinê de divê hay ji xwe hebe, derxist:

1- Hîndîstan: Tecawiza li tûrîstan û jinên Hîndîstanê rastiyeke cihê xemgîniyê ye. Li Hîndîstanê her 20 deqeyan carekê êrîşa zayendî rû dide. Ev yek hejmara saziyên fermî ye. Hejmara rastî gelekî zêde ye.

2- Brezîlya: Ev welat, ji peravên xwe heta daristanên bê serî û dawî, gelek pêşniyarên ger û geştê dike. Lê belê jin li vê derê rastî îstîsmara polîsan û şîdeta giştî ya mafyayan tên. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê, bûyerên tecawizê di navbera salên 2009 û 2012'an de ji sedî 157 zêde bûne.

3- Tirkiye: Ev çend hefte ne jin li vî welatî li dijî şîdetê li kolanan xwepêşandanê lidar dixin. Di nava tecawiz, cînayet û êrîşê de, weke jin jiyana li vî welatê li ber deriyê Ewropayê ye, ne baş e.

Welatên din ên ji bo jinan xetere ne wiha hatin rêzkirin: Tayland, Misir, Kolombiya, Başûrê Afrîka, Fas, Meksîka û Kenya.