Navê Kurdistanê ket nexşeya welatên bihêz ên cîhanê

Navê Kurdistanê ket nexşeya welatên bihêz ên cîhanê

 

Rojava News: Tora CNN ya Amerîkî nexşeya welatên hevpeymanan ji bo rûbirûbûna rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAI) belavdike û navê Kurdistanê jî dixîne rêza welatên hevpeymanan, ku navê her yek ji welatên mezin ên wek Amerîka, Brîtanya, Almanya û Ferensa têde ye, navê Kurdistanê jî ligel wan welatan amaje pê hatiye kirin.

 

Di vê derbarê de, çavdêrê siyasî û mamostayê Zanistên Siyasî li Zanîngeha Silêmaniyê Rêbwar Kerîm Mehmûd ji BasNewsê re diyar kir ku, niha Herêma Kurdistanê bûye beşek ji hevpeymaniya navdewletî û di Konferensa Munichê de ev yek bi aşkereyî derket ku, Pêşmerge wek leşkerekî welatên bihêz û Kurdistan jî wek welatekî di wê hevpeymaniya navdewletî de ye.

 

Navborî amaje bi wê yekê jî kir ku, girîngiya wê konferensî gelek hebû dema şanda Kurdistanê jî di wê asta bilind de beşdarî kir û got: “Biryarên ku di wî konferensî de hatin derkirin, pêgeha Herêma Kurdistanê bi taybetî jî, di warê leşkerî de bihêztir dike, ev di demekê de ye ku hin welat xwe ji wî şerî dûrdixin û karîna wan ya wî şerî nîne.”

 

Wî çavadêrê siyasî tekez li ser wê yekê jî kir ku, li ser asta konferensên navdewletî çi li Konferensê Munichê yan li wan konferensên ku berpirsên Ewrûpa û Amerîka tekeziyê li ser pêwîstiya alîkarîkirina Pêşmerge dikin, ev belgeye li ser wê yekê ku hesabên hûr li ser Pêşmerge hene, pirsyara cidî jî li ba min ewe, çima ew welatane nabêjin ku divê alîkariya rasterast ya Heşda Şeibî jî were kirin? Di demekê de ew jî weku Pêşmerge di rûbirûbûnên çekdarên DAIŞ`ê de beşdarin?

 

Navborî got jî: “Bawerpêkirin bi Pêşmerge jî vedigre wê yekê ku, civaka navdewletî dema dibêje bila piştgiriya Pêşmerge bikin, ew dizanin ku Pêşmerge beşdariyê di şerê mezhebî û taîfî de nakin, lê belê şerê terorê dikin, her bo vê yekê jî ew piştgiriya Heşda Şeibê nakin, çûnkî dizanin ew hêz şerê taîfî peyda dike û rewşa Iraqê aloztir dikin.”

 

Wî çavdêrî ragihand jî ku, kes nikare pêgeha Pêşmerge û Kurdistanê di şerê terorê de înkar bike û got: “Kurdistan ne dewlete û di hevpeymaniyeke girîng de ye, Amerîka û Ewrûpî jî di wî şerî de tenê baweriya wan bi Kurdan heye, danîna navê Herêma Kurdistanê di rêza hevpeyamaniya cîhanê de ji aliyê CNN ya Amrîkî ve, ji tiştê li ser axê heye çavkanî wergirtiye û xêreke navdewletî pê nekiriye, ligel wê jî belgeha bihêziya Kurdistanê diyar dike.”