Times: Divê Tirkiyê biryar bide.. Yan dost yan dijimin be

Times: Divê Tirkiyê biryar bide.. Yan dost yan dijimin be

Rojava News: Rojnameya Times a Londonî di raporteke xwe de ragihandiye ku, dem hatiye ku Tirkiyê biryar bide ka dost an dijminê DAIŞ`ê ye.

 

Di raportê de hatiye ku, di demekê de ku Tirkiyê bi berdewam teqez dike ku ew li pey endamên rêxistina terorîst a tundrew a DAIŞ ye lê kiryarên wê nîşan didin ku Tirkiyê axa xwe weku derwazeyekê ji bo derbasbûna tundrewên li tevahiyê cîhanê bikar tîne.

 

li gor raporê tenê tiştek ji Tirkiyê kême ku li balaafirxaneyên xwe tabloyekê daleqînin û li ser binivîsînin ku, "Rêya çûyîna bo şerê pîroz di virre ye."


Her weha rojnameya Times di çapa xwe ya îro çarşemê de belav kiriye ku: Ji her kesî re aşkira bûye ku du armancên sereke ya tirkiyê bo piştevaniyê terorîstên DAIŞ`ê hene ew jî, yekem jinavbirina serokê sûriyê Beşar Esed e û ya duyem jî çewsandina Kurdên Rojavayê Kurdistanê ye daku neghên wê rojê ku bikarin dewleta xwe a serbixwe û cuda ava bikin.

 

Rojnameyê teqez li wê yekê kiriye ku ji ber wê sedemê Tirkiyê rêxistina terorîst a DAIŞ diparêze û ew yek ji amûrên Enqerê ye daku bighîje armancên xwe. Ji aliyekî ve lêdanên hevpeymana  navdewletî li DAIş rewatiya Esed kêm dike û ji aliyê dinê ve Kurdan bi şerê li dijî rêxistina DAIŞ re mijûl dike.