Ragihandina Erebistana Siûdiyê : “Damezrandina Kurdistaneke serbixwe Tekeze”

Ragihandina Erebistana Siûdiyê : “Damezrandina Kurdistaneke serbixwe Tekeze”

Rojava News: Rojnameya Erebistana Siûdiyê  ya bi nave El Watan azlîzeke bi nave Serxwebûna Kurdistanê weşand.

Rojnameya Erebistana Siûdiyê  ya bi nave El Watan di jimareya weşana dohî de cîh da analîza serxwebuna Kurdistanê  ku tê de dibêje “Serxwebuna Kurdistana Fîdîral li berjiwendiyê Siûdi ye, ji ber ku vê destê Siûdî vê li hiimber İranê li Suriye û li Iraq gelek xurt bibe”

 Di analîzê de herweha dibêje: Serxwebuna Kurdistanê vê rê li pêşiya  serweriya Tirkiye û Îranê bigrê. Û hemen demê, piştî xistina Musulê ji aliyê DAİŞê ve êdî rojhilatanavîn tû caran nabê wek berê.

 

Rojnameya El Watan ku bi nêzîkbûna xwe ji Melîkî Erebistan a Siûdi ve tê nasîn baldikşînî ser wê yekê ku: Ev nêzîkî 10 salayê behsa Kurdistan a Serbixwe tê kirin, lê yek welatê rojhilatanavîn div ê derbarê de nasînek nîşan nedaye.

 

Di gotara analîzê de hatiye gotin; Kurda di çolê de welatê xwe kirin bexçeye kî xweş, û dema Musul ket hemû dinyayê ev wêne dîtin, Kurd gav bi gav qederaxwe dihonênin”

 

“Serokê Herêma Kurdistanê dev ji serxwebunê bernedaye, jib o vê jî referandumê dixwazê”

 

U Herweha didomînî: Serxwebuna kurdistanê vê misyona Erebistana Siûdî li Rojhilatanavîn mezintir û bi bandortir bike, ji wê jî pêviste alîkariya aborî ji herême re bê kirin.

Di talî de jî balkişandie ser tekeziya Kurdista a Serbixwe û dibê je: Em bixwazin nexwazin vê Kurdistan eke serbxwe avabibê, ji bo danîna peyvendiya ne zûye.