Tirkiyê: PKK û PYD gefin li ser asayişa me ya neteweyî

Tirkiyê: PKK û PYD gefin li ser asayişa me ya neteweyî

Rojava News: Desteya Giştî ya Asayişa Neteweyî ya Tirkiyê gefên li ser asayişa neteweyî ya wî welatî diyar dike, PKK û PYD bi beşek ji wan gefan binav dike.

Desteya Giştî ya Asayişa Neteweyî ya Tirkiyê di bin serokatiya serokomarê wî welatî Recep Tayyîp Erdogan de, duh, 6ê Nîsanê, civîna xwe pêka nî, di civînê de belgeya “siyaseta asayişa neteweyî” pesend kir.

 

Li gor wê belgeyê, 5 gef li ser asayişa neteweyî ya Trikiyê hatine diyarkirin, ew jî bi vî awayî ne:

 

1- Hemû serhildan an xwepêşandanên derveyî yasayê, herwiha karûbarên sorkirinagerimkirina xelkê.

 

2- Karûbarên dewleta perelal (wek amahjeyek bo Tevgera Gulen) û hemû rêxistinên neyasayî yên ku hêza xwe ji milet nastînin.

 

3- Hemû çalakiyên li dijî azadiya ragihandinê.

 

4- Torên Medyaya civakî (social media)

 

5- Bi rêya zanist û teknolojiyayê dizîna nihêniyên dewletê, ji bo drustkirina bandorekê li ser rêveberina hikûmetê.

 

Herwiha Desteya Giştî ya Asayişa Neteweyî ya Tikriyê çend rêxistin binav kirine, ku van xalên li ser ji bo encamdana gefê li ser Tirkiyeê bikar tînin, Ew rêxistinên jî evin:

 

1- Rêxistinên wek Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ), ên ku olê bikar tînin, rê ji pevçûnên mezhebî xweş dikin.

 

2- Rêxistinên wek Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Partiya Yekêiya Demokartîk (PYD), li ser bingeha etnîkî çek bikar tînin.

 

Ji bilî van xalên ku hatine destnşîankirin, belavbûna bela û nxewşiya, kêmbûna enerjiyê û pîsbûna av û xwarinê jî wek gefekê li ser asayişa neteweyî ya Tirkiyê hatiye diyarkirin