Li Erebistanê ji bo mêr tehrîk nebin çavê xwe jî dipêçin

Li Erebistanê ji bo mêr tehrîk nebin çavê xwe jî dipêçin

Rojava News: Erebistana Siûdî bi biryarek fermî ji jinan dixwaze ku çavên xwe jî bipêçin.

Konseya kar û barên civakî li Erebistana Siûdî bi biryarek sosret ji jinan dixwaze ku ne tenê rûyê xwe, pêwîste çavên xwe jî bipêçin. Herwiha tê gotin ku ev biyar bi taybet ji bo jinên ku çavên wan  mêran tehrîk dike derbasdare.

Serokê konseya kar û barên civakî Şêx Mutleq Elnabêd derbarê vê mijarê de dazanîn ku pêwîste jinên ku çavê wan bi bandore û mêran tehrîk dike, çavê xwe bipêçin û veşêrin.

Herwiha ev biryar bi fermî ji aliyê vê konseyê ve hatiye erê kirin û ji bo pratîkkirina wê jî mêrên ku di nava vê konseyê de cih digrin wê hewildanên pêwîste bikin. li ser pirsa ku wê mêrên di konseyê de çawa bizanin ka kîjan çav bi bandor û mêran tehrîk dike, tê gotin ku mêrên endamên konseyê wê biryara vê yekê bidin.

Jinên ku vê biryarê bicih neynin wê werin cezakirin.