13 gorên komî hatin dîtin

13 gorên komî hatin dîtin

Rojava News: Çavkaniyên fermî yên Iraqê raihand ku heta niha 13 gorên bi kom li bajarê Tikrîtê hatin dîtin.

 

Li gor heman çavkaniyên Iraqê, ji wan 13 gorên bi kom 10 li li Koşka Serokayetiyê li Tikrîtê û 3 jî li derdora koşkê hatine dîtin.

 

Di wan gorên bi komî de, hejmarek mezin termên leşkerên ku li navenda Spayker dihatin perwerdekirin hene ku ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin.

 

Çavkaniyên fermî yên Iraqê dibêjin ku hejmara wan leşkeran hezr 700 kes derbas kiriye.

 

Ew leşkerên ku li navenda Spayker dihatin perwerdekirin, li Koşka Serokayetiyên ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin kuştin û DAIŞê termê gelek kesan jî avêtine Çemê Diclê.