Dayik mir û ew man gel bavê kujer

Dayik mir û ew man gel bavê kujer

Rojava News: Jina bi navê Sumeye ku yek ji mexdûrên kezabreşandinê li Îranê bû duh serê sibê ji ber bandora giran a kezabê li nexweşxaneyek li Tehranê jiyana xwe ji dest da.

 

Sumeye Mêhrî ku 4 sal beriya niha ji aliyê hevjînê xwe ve rastî êrîşa Kezabê hatibû, rûyê wê hemû şewitîbû. Herwiha herî zêde qirika wê darbe xwaribû ku bi salan bû baş nedikarî nefesê bikşîne. Piştî salan tehemola van êşan duh li nexweşxaneyeke bajarê Tehranê jiyana xwe ji dest da.

 

Sumeye û keça wê ya biçûk a bi navê Rena bi hevre rastî vê êrîşê hatibûn. Dayik û keça biçûk nedikarîn ji ber pirsgirêkên aborî werin dermankirin.

 

Sumeye dayika du keçên bi navê Rena û Nazenîne ku niha herdu keçên wê neçarin li gel bavê ku dayika wan bi kezabê kuşt bimînin. Bi taybet Rena ku ew jî bi dayika xwe re rastî vê êrîşê hatibû û Nazenîn jî di dema bûyerê de bi çavên xwe şahidê bûyerê bibû.

 

Kezab yan jî Esîdreşandin yek ji şêwazên şîddeta li hemberî jinane ku li Îranê di van çend salên dawî de zêde bûye. Bi sedan jin bûne mexdûrê vê şîdetê û heta niha rayedarên dewletê ti hewildanek ji bo cezakirina mêrên ku dest bi vî karî dikin, nedaye.