Rojava News: Çekdarên rêxistina DAIŞê li bajarê Ramadiya parêzgeha Enbarê dest danîn ser fermangeha operasyonan.
Fermandarê ji Ewlekariya Enbarê Muhend Ebas diyar kir piştî pevçûnên di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên Iraqê de rêxistinê êrişê fermangeha operasyonan kir û dest danîn ser.
Muhend Ebas wiha got: “DAIŞê li bakurê Ramadiyê tevahiya herêma derdora Koşka Serokatiyê kontrol kir. Rêxistinê herwiha nêrîngehên leşkerî jî bidest xist. Ev yek jî ji sedema ku Artêşa Iraqê 7 kilometreyan aliye rojava ve vekişiya çêbû.”
Ji aliyê din ve fermandarek di operasyonên Ramadî de erkdar jî ragihand, hêzên Artêşa Iraqê beriya êrişa DAIŞê fermandarên xwe agahdar nekirin û ji bajêr derketin.
Wî fermandarî da zanîn leşkerên ji bajêr derketîn çek û cebilxaneyên xwe ji DAIŞê re hiştin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî derbarê rewşê de daxuyaniyek da û bang li milîsên Heşdul Şeibî kir ku beşdarî operasyona li parêzgeha Enbarê bibin.
Herwiha Ebadî ji bo agahiyan wezîrê navxweyî û parastine û hin fermandarên pile bilind vexwend Parlamentoya Iraqê
DAIŞê 15yê Gulanê navenda bajarê Ramadî kontrol kiribû. Îro jî yekîneya fermangeha operasyonan a Enbarê kontrol kir.
Tenê konrola 2 navçeyan di destê Artêşa Iraqê de ye.
