Amerîka çekên anti-tank radestî Iraqê dike

Amerîka çekên anti-tank radestî Iraqê dike

 

Rojava News: Berpirsekî amerîkî radighîne ku dê welatê wî çekên anti-tank pêşkêşî hikûmeta Iraqê bike, ji bo rûbirûbûn otombîlên bombekirî yên DAIŞê.

 

Berpirsekî ji Wezareta Derve ya Amerîkayê îro, 21ê Gulanê, ji Reutersê re ragihandiye ku, ev biryara Amerîka piştî serdana serokwezîrê Iraqê bo wî welatî, tê.

 

Berpirsê ku nexwestiye navê wî bê aşkere kirin diyar kiriye ku, dê Washington hezar parçe çek ji curê anti-tank di destpêka Hezîrana bê de radestî hêzên iraqî bike.

 

Piştî ketina bajarê Rumadî di çend rojên borî de, îdareya Amerîka ragihand ku ew dê alîkariyên xwe yên leşkerî bo Iraqê zêdetir bike, daku bikaribin di demeke kurt de bajarê navborî ji dest çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) derbixin.