Daily Telegraph: Emerîka rê nade çek bigehin Pêşmerge

Daily Telegraph: Emerîka rê nade çek bigehin Pêşmerge

RojavaNews : Rojnameya Daily Telegraph a Birîtanî angaşta wê yekê dike ku Dewletên Yekbûyî yê Emerîkayê pêşiya plana hinartina çekan ya ji bo Hêzên Pêşmerge digre. 

Rojnameya Daily Telegraph a Birîtanî tekez dike ku DYE plana hinartina çekan ya bo Hêzên Pêşmerge ku li dijî DAIŞê şer dikin, digre. 

Di nûçeyekê taybet de Daily Telegraph diyar dike; ”hatiye zanîn ku DYE nahêle çekên giran bigehin destê Pêşmerge.

Di rojnameyê de hatiye ku serokê welatên Kendavê û welatên din, bi armanca şerê li dijî DAIŞê ji bo çekan bidin Hêzên Pêşmerge hewldane ku Obama razî bikin lê belê ew razî nebûye.

Di rojnameyê de weha hatiye gotin: ”Pêşmerge bi awayek serkeftî li dijî DAIŞê şer dikin û wan ji Hewlêrê ber bi paş ve dibin. Bi piştgiriya Kurdên Suriyê jî li tevahiya bakûrê Iraqê ewlekarî tê berceste kirin. 

Lê Pêşmerge vê yekê bi çekên di destê xwe de pêk tîne. Jibo pirçekirina Kurdan çend welatên Ewropa, bi bahaya milyonan Sterlîn çek kirîn. Lê belê fermandarên Emerîkî ku operasyonên li dijî DAIŞê birêve dibin pêşî li hinartina çekan digrin.

Rojnameya Telegraph, dibêje ku giliya herî sereke ya hêzên Kurd ewe ku dibêjin DAIŞ bi çekên nûjen yên Emerîka şer dike û ew jî bi çekên kevin yê seroda Sovyetê şer dikin.

Rojname diyar dike ku welatek Ereb biryar daye çekan bo Pêşmerge bişîne.