CIA: Iraq û Sûriye nemane

CIA: Iraq û Sûriye nemane

Rojava News: Li gor serokê berê yê îstixbaratên amerîkî NSA û CIAyê Michael Hayden, Sûrî û Iraq welatên têkçûyî ne û Îran jî ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê metirsiyeke mezintir e ji DAIŞê.

 

Di hevpeyvîneke ligel rojnameya almanî DIE WELT de, Michael Hayden, li ser pirsa gelo bandora DYAyê li Rojhilata Navîn kêmtir dibe, wiha dibêje:

 

 “Zehmet e ku siyasetek li wir bê meşandin. Divê em rastiyê bibînin: Iraq nemaye, Sûrî jî nemaye, Libnan li ber nemanê ye, bi îhtimalek mezin Libya jî. Peymanên Sykes-Picot, ku di sala 1916ê de li gor însyatîfa hêzên ewropî ev welat li ser nexşeyê parve kirin, ti caran ne li gor rastiya vê herêmê bû. Û ev rastî ye ku bi şêwazekî hovane niha bi bîra me tê anîn. Ev herêm wê di 20-30 salêm pêş de aram nebe.“

 

DIE WELT: Gelo hikûmeta Barack Obama hewl dide ku Iraq yekgirtî bimîne?

 

Michael Hayden: Rast e, ew siyaseta fermî ya hikûmetê ye. Bandora vê li biryarên me heye, bo mînak li ser we yekê ka em çekan bidin kurdan. Li gor min, kurd li vê herêmê hevpeymanên me yên herî baş in. Ewê wiha bimînin jî, çi jî çêbibe, ji ber ku hevpeymaniyeke ligel rojava di berjewendiya wan de ye. Lê eger em opsiyonên xwe bi xwe kêmtir bikin, ji ber ku hê jî em bawer dikin ku em dikarin Iraq û Suriyê ava bikin, wê demê emê pirsgirêkê mezintir bikin. Hûn artêşeke iraqî dibînin ku hewl dide parêzgeha Enbarê dîsa bi dest bixe? Ez bi xwe nabînin! Hûn artêşeke iraqî dibînin ku bikaribe Mûsilê dîsa bi dest bixe? Evê pêk neyê. Artêşa ku Tikrît jî bi dest xist, ew jî milîsên şîe bûn, bi piştgiriya fermanberên îranî. Û di meseleya Sûriyê de, hûn bawer dikin ku carekê dîsa her tişt vegerê wek berê. Dibe ku hêj Iraq û Sûrî di civata Neteweyên Yekbûyî de xwedî kursî bin, ew welat bi xwe êdî nemane.

 

Mirov dikare Iraqeke federal an jî dewleteke nenavendî bifikire? Hinek çavdêr di wê yekê de çareseriyê dibînin, ji ber ku hêzên herêmî wek Tirkiye û Îran wê Kurdistaneke serbixwe ti caran qebûl nekin. Kî dikare piştgiriya projeyeke wiha bike ji bilî DYAyê?

 

Piştgiriya amerîkî têra xwe heye. Ez dikarim dijberên jihevketina Iraqê fêm bikim. Eger em berê xwe bidin dîrokê, em dibînin ku Iraq berê di dema Împeratoriya Osmanî de ji sê wilayetan pêk dihat, yeke kurdî, yeke sunnî û yeke şîe, wilayetên Mûsil, Bexda û Besra. Tiştê em em îro bi Iraq bi nav dikin, nebû. Û ya giring ev parvekirinên herêmî yên xwedî dîrokeke bi sedsalan e! Eger ez careke din dubare bikim: Ez bawer nakim ku Iraq û Sûrî dîsa çêbibin. Divê mirov li alternatîvan bigere. Ji ber vê yekê ez piştgiriya çekdarkirina kurdan ya rasterast dikim.

 

Kurd dikarin berevaniya Kurdistanê bikin, lê ew nikarin Dewleta Îslamî têk bibin. Çawa dikare şerê wan bê kirin?

 

Destpêkê divê em lêxin û lawaz bikin, ji ber ku mafê me yê xweparastinê heye. Divê em artêşa asmanî bikarbînin, li lojîstîka wan bidin, li navend û serokên wan. Ya din jî divê em belavbûna wan asteng bikin, ji ber ku ji kontrola wê li ser Reqayê bêtir, cihê nerehetiyê ye dema mirov dibîne ew çawa ber bi nîvgirava Sînayî ve diçe, Divê em hevpeymanên xwe biparêzin, misriyan, erebên siûdî, tirkan, mîrnişînên erebî. Û ya sêyemîn jî, divê em arîkariya misilmanan bikin ku di aliyê teolojîk (olî) de şerê wan bikin. Ji ber ku ev şer bi rêya Îslamê tê meşandin.

 

Mebesta we çi ye?

 

Tiştê ku li wir dibe, şerekî Îslamê ye, mîna yê xiristiyaniyê di sedsala 17ê de, di dema şerê 30 salî de. Dîroknas modernîzma ewropî vedigerînin Aştiya Westfalî, wê dema ku ol û dewlet ji hev hatin cudakirin. Îslam ti caran hewla vê yekê nedaye û belkî ti caran nedê jî. Em vêya nizanin. Lê şaş e eger em bêjin ti eleqeya vî şerî bi Îslamê re tine. Eger ez rasterast bêjim: Bi her şêwazî pêwendiya vî şerî bi îslamê re heye, tevî ku dibe ku pêwendiya vî şerî ne tenê bi îslamê û misilaman re hebe. Divê em piştgiriya yên nerm bikin!

 

Ew hêza nerm di îslamê de li kû ye?

 

Ew li kêlekê heye. Çiqasî ew di siyaseta rêvebirina welatê xwe de hişt û xirab jî be, Serokê Misrê Abdel-Fetah al-Sisî nûnerê alternatîvekê ye. Wî di zanîngeha Ezher de gotareke balkêş pêşkêş kir û daxwaza şoreşeke di Îslamê de kir. Ekîd ev jî yek ji sedeman bû ku me dîsa dest bi arîkariya leşkerî ji bo Qahîreyê kir.

 

Nebûne hevpeymanên cihê baweriyê di nav suniyan de yek ji wan sedeman in ku hikûmeta Obama di mijara bernameya atomî de xwe nêzîkî Îranê dike?

 

Divê hûn vê pirsê ji hikûmeta me bikin. Li gor nêrîna min, di sala 1979ê de hem ji bo al-Qaîdeyê û hem jî ji bo Îranê ramaneke îdeolijîk çêbû ku nakokiya ligel rojava kir rastiyeke neguhêr.

 

Lê Îran dewleteke bi berjewendiyên navnetewî yê demdirêj in, ji îdeolojiyê bêtir...

 

Kissinger carekê ji xwe pirsî: Îran welateke an jî projeyeke? Ez ne emînim, ka rejîma îranî di vî warî de biryara xwe daye.

 

Naxwe ew lihevhatina li ser bernameya atomî ligel Îranê, ku dikare di demeke kurt de pêk were, we nerehet dike?

 

Ez gellekî nerehet im. Heta peymaneke baş jî, ji ber ew mafê dewleteke pîşesazî-atomî dide Îranê û bi vê yekê wê derfetê jî ku di nava 12 mehan de bikaribe bombeyeke atomî çêbike.

 

Çin li ser rêya wê yekê ye ku bibe dijminekê DYAyê?

 

Çîn ne dijminê DYAyê ye. Metirsiya herî mezin ya niha Dewleta Îslamî ye – ew ciddî ye lê ne çarenûsî ye ji bo Amerîkayê. Îran û pirsa bernameya wê ya atomî metirsiyeke mezintir in, di wî warî de hêj hinek dema me heye. Lê metirsiya herî mezin, ku hêj hinek dema me jê re heye, ew ji Çînê belav dibe. Çîn ne dijmina me ye, lê ji bo pêşeroja aştiya cîhanî pirsa herî giring e.