Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê şer, pevçûn û operasyonên asmanî yên Tirkiyeyê de dibêje bi tenê ne Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, baskên bazên PKKê jî berpirs in.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pirsên kovara Focus a almanî yên debarê rojeva Herêma Kurdistanê û Rojhilata Navîn de bersivand.
Mesûd Barzanî diyar kir, keda wî jî di pêvajoya çareseriyê de heye û wiha got: “Sedemên xeteriya pêvajoya çareseriyê ya di navbera tirk û kurdan de bi tenê berpirs ne Serokomar Recep Tayyip Erdogan e, herwiha ev yek girêdayî baskê bazên PKKê ye jî ku aştiye naxwazin.”
Barzanî anî ziman PKKê hêza xwe gelekî mezin dibîne û wiha domand, rêkeftina di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de dê bandorekê girîng li herêmê bike.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî herwiha tirsa xwe da nîşandan ku pevçûn li Herêma Kurdistanê berfirehtir bibin.
