Forigen Policy : Iraq dê bibi sê parçe Kurd, Sunnî û Şîe

Forigen Policy : Iraq dê bibi sê parçe Kurd, Sunnî û Şîe

RojavaNews :Berpirsê ajansa îstixbarata Pentagonê general Vincent Stewart dibêje, êdî Iraq venagere rewşa berê û dê bibi se parçe: Kurd, Sunnî û Şîe

Li gorî kovara amerîkî ya Forigen Policy, berpirsê îstixbarata Pentagonê general Vincent Stewart gotiye, li Rojhilata Navîn hinek welatên mîna Iraqê êdî venagerin ser rewşa xwe ya berê û dê ji hev belav bibin û sînorên nû dê li gorî etnîsîteyan bên kişandin.

Stewart herwiha diyar kir ku eger Iraq parçe bû divê Amerîka ji hevalbendên xwe yên kurd û Tirkiyê, yek hilbijêre û wiha gotiye:

“Ev mijar beriya ku Tirkiye tevlî hevpeymaniya dijî DAIŞê bibe û êrişî PKKê bike, hatibû gotûbêjkirin”.