Rojnama Brîtanî: Metirsiya şer di navbera Kurdê Rojava û Tirkî de zêde bû!

Rojnama Brîtanî: Metirsiya şer di navbera Kurdê Rojava û Tirkî de zêde bû!

Rojava News: Daily Telegraph ya Brîtanî bi sernavê “Tirkiye û hêzên diijber bi DAİŞê li Suriye pêvist bû ku di yek baskî de cîh bigrin, lê piştî êrîşa PKK ya devera Geverê  metirsiya şer di navbera  hêzên Kurd li Suriye û Tirkiye de bilin bû” nivîsek  pêşkeş kir.

 

Daily Telegraph dibêje: Piştî ku PKKê êrîş bir ser hêzên artêşa Tirkî û 16e leşger hatin kuştin, metirsiya şer û pevçûnan di navbera Şervanên Kurdê Rojava de zêdetir bû.

 

Artêşa Tirk jimara kuştiyên xwe 16 dibêjê, lê malperek nêzîk ji PKKê vê wek jimarê 32 daye xuyanikirin.

 

Herweha hemen Rojnama Brîtanî balkişandiye ser axaftina  Serokwezîrê Tirkî  Ahmet Davuoğlu ku dibêje;  “Emê PKK ji wan çiyana paqijbikin”

 

Ji meha Tirmehê ve şer û pevçûn li Tirkiye berz bûn, û di şerê navbera PKK û leşgerên Tirkî de heta niha 40 hezar mirovî  jiyana xwe ji dest daye.

 

 

Dewleta  Tirkiye û  Kurd di sala 2013a de li ser hin bendên agirbes û maf a rêkeftinek dîrokî çêkirin, lê belê piştî siyasetê Tirkiye yê li himber DAİŞê bi tawanbariyên li  hevdû nakokî carekedin bilinbûn.

 

Li gor hemen nivîsê;  Kurdên Iraqê di rafên pêş de li himber  DAİŞê şer dikin. Nakokî di navbera Şervanên Kurd yê  Suriye û Tirkiye de heye, ji ber ku pêvist bu Tirkiye jî di hemen  hevpeymaniya li dijî DAİŞê de cîh bigrê.  Lê belê Tirkiye di siyasetên li himber DAİŞê de  lewaz ma ev jî metirsiya şer û pevçûnan di navbera herdu aliyan de zêde dike.

 

Tirkiye bedêla wê siyaseta xwe bi aboriyeke şikestî didê, ji ber ku pereyê Tirkiye li himber dolar gelek daket.

 

Sinem Bakir

 

10:47:29