Rojava News: Hin çavkaniyên Amerîkayê ragihandin ku Rûsyayê hejmarek ji tankên êrîşê gihandiye Lazkiyeyê.
Li gorî nûçeya qenala Fox News ya Emerîkî ku ji rayedarên Wezareta Parastinê wergirtine; tankên Rûsya gihîştine baregeheke hewayî ya li Lazkiyeyê. Hat îdîakirin ku 7 tankên bi tîpa T-90 li baregehê hatine dîtin û top jî gihaştine herêmê.
Di nûçeyên ku Ji Wezareta Berewanî Pentagon hatine stendin; Rûsyayê tevî balafir û helîkopteran bi qasî 200 leşkerên deryayî şandiye Sûriyeyê.
Li gorî heman nûçeyên Fox Newsê, balafirên transport ên Rûsyayê, gihane lîvarên Sûriye.
Sinem Bakir
10:20:01
