Milîsên Şîa jî derbasî Suriye bûn

Milîsên Şîa jî derbasî Suriye bûn

Rojava News: Rojnameya amerîkî ya Washington Postê eşkere kiriye ku “bi hezaran” milîsên şîe yên iraqî bi destûra pasdarê îranî Qasim Sulêymanî çûne Sûriyê û pişta rêjîma Şamê digirin.

 

Ev çend roj in hêzên Sûriyê bi alîkariya pasdarên Îranê û çekdarên Hizbullaha Lubnanê û balafirên şer ên Rûsya dest bi operasyoneke mezin li dijî hêzên neyarên rêjîma Sûriyê li bajarê Helebê kirine.

 

Rojnameya Washington Postê ji zarê milîsên şîe yên iraqî û fermandeyên wan ragihandiye, bi hezaran milîsên şîe ji Iraqê derbasî Sûriyê bûne û li Heleb û deverên din ên Sûriyê li dijî hêzên neyarên Beşar Esed şer dikin.

 

Li gorî nûçeyê, milîsên şîe yên iraqî bi destûra pasdarê îranî Qasim Sulêymanî, ku fermandeyê baskê derve yê pasdarên Îranê ye, çûne Sûriyê û pişta Beşar Esed digirin.

 

Fermandeyekî milîsên şîe yên iraqî ji Washington Postê re gotiye, Qasim Sulêymanî ji me re digot, rêya azadiya Mûsilê ji Helebê re derbas dibe!

 

Milîsên şîe yên iraqî hefteya borî wêneyeke Qasim Sulêymanî belav kiribûn. Di wêneyê de Sulêymanî li nav komek milîsên şîe û hêzên rêjîma Sûriyê li Helebê dihat dîtin.