Nerîneke İsraîlî di derbarî pêşeroja Sûriyê û îraqê de!

Nerîneke İsraîlî di derbarî pêşeroja Sûriyê û îraqê de!

Rojava News: Li gorî Rojnameya  lastambiya ya îtalî  “Perçebûna  Sûriye û Iraqê ne dure. Dibê ku civînên  li Vîyenna ya Nemsayê lı ser guherîna sînorên herdû komaran di çarçoveya pirojeyên çarenivîsa pirsgirêka Sûriyê û deverê de di  sînaryoyekî nuh de lıhevkirinek ava bibe.

 

Her wiha li gor hemen rojnameyê:   Gelek şirovekar û  siyasetmedar di wê yekê de hemfikirin ku  herdû komar  li ser bingehekî nijadî û mezhebperestî bêne parçekirin.

 

Şirovekarekî  leşkerî yê  İsraîlî Yuaf  Lîmor bi şewayekî eşkere dibêje  vegerandina rojhelatanavîn li ser nexşeya saykis-byko gelek zehmete. Pêviste daxwaza nijad  û mezhebperestî,  bi piştewaniya navdewletî ya hevpeymaniya dijî DAİŞê birêve biçê da hemû aliyên ku beşdarî şer bûne wek Kurd, Şia, Alevî û sunnî karibin li hevbikin.

 

Vekolerekî Amerîkî jî dibê je; Çarenivîsa Berlînê baştirîn nimûneye ji  bo herdû komaran,  ji ber ku Berlîn 44 salan ji hevdû cudakirî ma lê belê talî de dîsan giha hevdû.

 

Her wiha rojnama lastambi got ku şanderê serokê Amrîkayê daxwaz ji beşdarên Vîyannayê  kirine, ku li gor nerîna serokê Amerîkayê bila li çarenivîseke wekî çarenivîsa piştî şerê cihanî yê diwam be û ya baş ewe ku Sûriyê bê dabeş kirin li ser kurdan li bakurê Sûriyê û Alewiyên  li ser Perava derya sipî û suniyên di navendê de û herweha dervera dibin destê DAİŞê de jî  dibin kontirola nêvdewletî de be.

 

Rojnamê jî diyarkir ku hemû layanên beşdar di şerê Sûriyêde di wê baweriyê de ne ku Sûriyê wê parçe bibe lê baweriya xwe aşkere nakin.