< < İsraîlê şerê cîhanê yê 3êmîn pêşdibînî!

İsraîlê şerê cîhanê yê 3êmîn pêşdibînî!

Rojava News: Malpera bi nave Mako ya Îsraîlî raportek belavkir ku tê de bahsa pêşbîniyê xwe dike û ji bo pêşeroja cîhanê di sala 2016an de şerê cîhanê yê 3emîn pêşdibîne.

Malpera bi nave Mako ya Îsraîlî ji bo  sala 2016an hin pêşbîniyên xwe weke raportekê belavkir û di naveroka vê raportê de rewşa cîhanê gelek xirab dibîne ji ber ku payendikê wê şerê cihanê 3êmin derkevê û di encamde 1,200 milyar kes wê bimrin û herweha wê veyrûsek derkeve ku xelkê ji hişê wan dixe.

Hemendemê  malpera Mako di de xuyakirin ku Pentagon gelek para xistiye vekolînên çekên biyolocîk bi armanca belavkirina veyrosekî mirovan gêj bike da kiryarên xirab bikin.

Her bi vî awayî wê malperê balkişand ser gelek sînaryoyên ku hemû jî di dawiyê de jiyanê bi dawî tînin.  

Werger: Hisên Şakir