Rojava News: Li Brîtanya penaxwazê li Galler ji bo ku karibin xwarinê bistînin mecbûr kirine da berzendikê sor girêbidin.
li Galler bajarê Cardiff ji bo ku penaxwaz karibin xwarina her sê dan a belaş wek alîkarî bistînin, ji aliyê wê dezgehê ve hatine mecburkirin da berzendikê sor girêbidin ew jî bû cîhê nerazîbûn û hêrsbûnê.
Li galler heyeta Penaxwazan li beranber wê kiryarê dengê xwe bilind kir û şermezar kir.
Li gorî ku penaxwazan daxuyandiye; kesên ku wan berzendikên sor girênedin nikarin xwarinê bistînin, û dema girê jî didin ji aliyê nişteciyê deverê jî rastî gelek helwest û nêzikatiyê ne mirovî tên.
Pêkanîna biryara berzendikê sor berî 3 mehan ji aliyê dezgeha clearsprings Ready Homes hatiye girtin û tê birêvebirin.
Beriya vê biryarê li hemen bajarî gotubêjek di derbarê male penaberan de ku pêviste bi rengê sor bê boyaxkirin hatibû birêvebirin.
13:22:55
Şanaz Emin
