Yenî Şefak: 150 hezar leşker wê di ser Tirkiyê re derbas bibin

Yenî Şefak: 150 hezar leşker wê di ser Tirkiyê re derbas bibin

Rojava News: Rojnameya Yeni Şafakê ku bi nêzîkbûna xwe ji hukimeta Tirkiyê re tê naskirin destnîşan kir; Erebîstana Suudî di çarçoveya şerê li dijî DAÎŞê wê 15000 hezar leşker î di ser xaka Tirkiyê re derbasî  Sûriyê bike.

Tê destnîşankirin ku ji bo operasyonên li Sûriyê navendeke hevpar ya operasyonan dê were hazirkirin. Li gor, nûçeya Yeni Şafakê Hêzên Esed li Sûriyê li bakûrê Helebê bi piştevaniya balafirên şer ên Rusyayê pêşve diçe. Erebîstan jî bernameyek amade kiriye û niha haziriya xwe dike ku ji bo têkoşîna bi DAÎŞê re 150 hezar leşker bişîne Sûriyê.

Li gorî îdîayan 150 hezar leşkerên ku dê herin Sûriyê dê leşkerên 4 dewletan bin. Ev Erebîstana Suudî, Misir, Urdin û Sudan e.

Leşkerên vê artêşa navborî piştî ku li Tirkiye, Fas, Katar, Kuveyt, Bayreyn hatin perwerdekirin ji bo operasyonê dê herin Erebîstana Suudî. Erebîstana Suudî jî dê wan di ser Tirkiyê re bişîne Sûriyê.

Hate amajekirin ku di nav vê artêşê de ji Asyayê jî dê 3 dewlet hebin. Ev dewlet jî ev in: Malezya, Endonezya û Brunei.

12:38:21