Soros: Putîn ji bo Ewropa ji DAİŞê bêtir metirsiye!

Soros: Putîn ji bo Ewropa ji DAİŞê bêtir metirsiye!

Rojava News: Milyarderê Amrîkî  George Soros, di gotara xwe ya ku li ser Guardian de par buye de dibêje; Serokê Rûsî Putîn ji bo Awropyê ji DAİŞê bêtir gefeke mezine”

Di nivîsa xwe de nêzîkatiya serokê Awropî ji bo Pûtin rexne dike; “Serokê Ewropa û Amerikayê di şerê Dewleta İslamî de Putîn ji xwere wek hevalbede kî dibînin lê mixabin xeletiyeke mezin dikin.”

Milyarderê Amrîkî dibêje "Ermanca Pûtîn piştgiriya hilweşandina Ewropayêye, ji bo wêjî reya herî baş herikandina pêla penabera ye.”

Soros nivîsandiye “Ji destpêkê de Putin ev yek hesap kir û destkarî nekir, piştre jî ew rewş ji bo berjiwendiyê xwe bikar anî”

Ji bo Putin sifet dikê ku“Putîn Serokekî tektîkiye ne stratejîkiye, midaxala wî ya li Sûriyê nakokî di navberan û Tirkiyê de gurr kirin”

“Lê Putîn dema derfeta hilweşandina Ewropayê dît yekser beşdarî şerê dijî DAİŞê bu û bû hevalbendê Ewropa û Amrikayê. Hemendemê jî ji boaloziya Ukraynayê imze li bin peymana Minsk avêt lê mixabin mebdeyê wê peymanê bicîh ne anî.”

Û dibêje; Ez fêm nakim çima serokê Ewropa û Amrikayê Putîn bi reftarê wî nabînîn çima baweriya axaftinê wî dikin”

“Rûsyaya Putîn bi Ewropyaê re ketiye rikberiyê û pirsgirêk eweye ku wê kî berî kê hilweşê”

Aboriya Rusyayê li ber têkçûnê dibînî û dibêje; “Aboriya Rusyayê têkçuye dibê ku di sala 2017an de hilweşê û ji bo ku pêşiya wê bigrin reya herî baş lezkirina hilweşandina Ewropayê ye. Ewropaya ku têkçûyî bê nikarê madeyên peymana Miskê li ser Rusyayê birêvebibê.

Soros di dawiya gotara xwe de gotiye: ; YE niha bi 5-6 krîza re bi hevdûre têdokişe, wek ku Merkel jî got; potansiyela penaberan xwedî erka têkbirina Ewropayê ye. Her çendê DAİŞ metirsiyek bê ji bo Ewropayê lê dîsa ne weke metirsiya Rusyayê li ser Ewropayê”

12:49:39

 

Şanaz Emin