Times:Alîgirên DAIŞ`ê keçan bi pareyan dixapînin

Times:Alîgirên DAIŞ`ê keçan bi pareyan dixapînin

Rojava News: Rojnameya Times ya Birîtanî belav kiriye ku, tundrewên welatê wî yên ser bi Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq  û Şam`ê (DAIŞ) pareyan didin keçên taze têgihîştî yên Birîtanya daku ew keç biçin Sûriyê û şû bi çekdarên wê Rêxistinê bikin.

Rojnameya Times di raporetekê de behsa wê yekê kiriye ku, tundrewên Birîtanya ku endamên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq û  Şam`ê ne pareyan didin keçên ciwan yên Birîtanî daku ew keç bikaribin biçin Sûriyê.

Her weha got: Ew kar ji bo wê yekê ye ku ew keç biçin Sûriye û şû bi çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam`ê bikin.

Amaje bi wê yekê kiriye ku, çendîn lêkolîn di wê derbarê de hatiye kirin û 2 rojnamevanên ciwan ku heyama 3 heyvane weku xwendekar bi nehênî karê lêkolînê di wê derbarê de kirine ku li gor wan aşkere bûye ku, alîgirên  DAIŞ ê pareyan didin keçên têgihiştî yên Musliman yên Birîtanya û wan rê dikin Sûriyê û pêgeha civakî jî bo wê karî bi kar tînin û piraniya ew keçên tên xapandin 17 salî û zêdetir in.