Rojava News: Ji 2 mehan zêdetir e ku li Hong Kongê çalakiyên li dijî hikûmetê dewam dikin. Hat ragihandin ku 7 hezar polês ji bo ku qadên çalakiyê vala bikin hatin wezîfedarkirin
Rayedaran eşkere kirin ku di dema rakirina barîqatan de zêde bertek nehat nîşandan û bi tenê li cîyekî rastî çalakiyan hatin.
Rojnameya South China Morning Post ya ku li Hong Kongê weşanê dike diyar kir ku Serkomîser Patrick Kwok Pak-chung beriya mudaxeleyê bangî çalakvanan kir û ji wan ra got ku beriya mudaxeleyê 30 xulekan meydanê vala bikin û yen ku ji meydana dernekevin dê bêne binçavkirin.
Hatibû diyarkirin di sala 2017an da li Hong Kongê hilbijartin dê bêne kirin û gelê bajer yê seroke xwe hilbijêre lê belê vê namzed bi destê komîteyekê berfireh bên eşkerekirin. Li ser vê yekê xwendekarên ji Hong Kongê ji bo ku bi xwe namzedê xwe eşkere bikin dest bi lidarxistina çalakiyan kiribûn.
Li Hong Kongê Polês Qadan Vala Dikin
23 Çilê pêşî 2014
