Amrîka: 60 hezar çekdarên Artêşa Îranê li Sûriyê ne!

Amrîka: 60 hezar çekdarên Artêşa Îranê li Sûriyê ne!

12:16:57

 

Rojava news: Malperek Amerîkî ragehand ku, niha 60 hezar çekdarên Artêşa Îranê li Sûriyê ne ji bo alîkariya rêjîma Beşar Esed û bergirî di ber mana wî de li ser deselatê.

Malperek Amerîkî: 60 hezar çekdarên Artêşa Îtanê li Sûriyê ne

Malperek Amerîkî ragehand ku, niha 60 hezar çekdarên Artêşa Îranê li Sûriyê ne jibo alîkariya rêjîma Beşar Esed û bergirî di ber mana wî de li ser deselatê.

Malpera Hell ku malperek ser bi Koşka Sipî ve ye ragehand: “Niha 60 hezar çekdarên Artêşa Îranê ku jibilî Îraniyan, Efxanî û Libnanî jî di nav wan de hene, lêbelê hemû ser bi Artêşa Îranê ve ne û jibo berevaniyê di ber rêjîma Esede bikin li Sûriyê şer dikin.”

Ev yek di wê demeê de ye ku, Îran ragehand ku, di şerê Helebê de di navbera rêjîma Esedû Opzisyonê de 13 çekdarên Îranî haibûn kuştin û 20 din jî birîndaebûn, herwiha di dema derbasbûyî de kuştina hejmarek çekdarên Îranê linSûriyê hate ragehandin.