Reuters:'Tirkiye piştgiriyê nade operasyona Minbicê'

Reuters:'Tirkiye piştgiriyê nade operasyona Minbicê'

 

11:21:24

 

Rojava News: Li gorî nûçeya ajansa Reutersê ku dispêre berpirsekî leşkerî yê Tirkiyeyê ragihand ku Tirkiye di operasyona Minbicê de piştgiriyê nade Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Amerîkayê.

Di nûçeyen çend roj berê de hatibû ragihandin ku Tirkiye li dijî operasyona Minbicê ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wê pêk bînin derketiye, lê Amerîkayê ji bo operasyona Minbicê Tirkiye qanih kiriye.

 

Her wiha piştî qanihkirina Tirkiyeyê Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihandibû ku ji bo paqijkirina herêma Minbic û xeta Mare ku li ser sînorê Tirkiyeyê ye, me bi Enqereyê re li hev kir û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu jî gotibû, me bi Amerîkayê ji bo asêkirina xeta Minbicê nirxand, em ê lezê bidin operasyonê û ji bo vekirina bereyeke din hevdîtinên me didomin.