Dîplomatên amerîkî dixwazin di şûna DAIŞê de şerê Esadî bikin

Dîplomatên amerîkî dixwazin di şûna DAIŞê de şerê Esadî bikin

09:03:20

 

Rojava News: Hejmareke ji berpirsên Amerîkayê daxwaz dikin ku, welatê wan derbeyeke leşkerî li dijî rejîma Sûriyê pêkbîne.

Derbarê vê mijarê û li gor ajansa Reutersê ragehandî bihtir ji 50 berpirsên Amerîkî di Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser belgeyekê imze kirine, herwiha rexne li siyaseta welatê xwe derbarê Sûriyê de kirine.

 

Di wê belgeyê de wan berpirsên Amerîkî bi armanca rawestandina binpêkirinên berdewam ku, ji aliyê Sûriyê ve tê kirin, daxwaza lêdana derbeyekî leşkerî li dijî rejîma Sûriyê kirine.

 

Ev pênc sal in, ne welatên mezin yê cîhanê û ne jî civaka navdewletî nikirin çareserkirina kirîza Sûriyê bibîn in.