CIA: DAIŞê zêdetirî 30 çekdarên xwe şandiye Tirkiyê

CIA: DAIŞê zêdetirî 30 çekdarên xwe şandiye Tirkiyê

12:38:32

 

Rojava News: Ajansa Îstixbarata Amerîkayê (CIA) eşkere kir ku DAIŞê zêdetirî 30 çekdarên xwe şandiye nav Tirkiyê.

Piştî êrişên xwekujî yên duh li balafirgeha Ataturk a Stenbolê, berpirsê giştî yê CIA, John Brennan da zanîn ku rêxistina DAIŞê zêdetirî 30 çekdarên xwe ji bo êrişên terorîstş şandiye Tirkiyê.

Li gorî televîzyona NBC a Amerîka, berpirsê giştî yê CIA her wiha ragihandiye ku hejmara endamên DAIŞê ji hejmara endamên rêxistina El Qaîdê pir zêdetir e û gotiye, tirsa me ew e ku DAIŞ, Lîbyayê bike navenda çalakiyên xwe. Ev jî xetera zêdebûna çalakiyên rêxistinê li welatên Ewropî zêde dike.

Di êrişên xwekujî yên Stenbolê de, ku li balafirgeha Ataturk de qewimî, herî kêm 36 hatin kuştin û derdora 150 kes jî birîndar bûn.

Tê gotin ku ew êriş ji aliyê DAIŞê ve hatine kirin.