Der Spiegel: Hedef Kurd in û dagirkeriyeke demdirêj e!

Der Spiegel: Hedef Kurd in û dagirkeriyeke demdirêj e!

Rojava News: Ji çapemeniya Almanyayê di derbarê operasyona Cerablûsê de berteke pêşîn ji Kovara Der Spiegelê hat. Kovarê ev midaxeleya Tirkiyeyê wek ‘dagirkerî' bi nav kir.

Der Spiegelê ew geşedanên di derbarê Cerablûsê de bi sernavê "DAIŞ bihane ye, hedef Kurd in" şîrove kir û di vê mijarê de nirxandineke berfireh weşand.

Li gorî nirxandina nivîskarê Der Spiegelê Enqereyê li herêmê gavên pêşîn ên dagirkeriyeke dûvûdirêj avêtin. Di nirxandinê de bi awayekî eşkere hat dest nîşan kirin ku armanca vê operasyonê Kurd in û hat gotin ku Enqere ya ku ev 3 sal in li hemberî DAIŞê bêdeng dimîne, ‘ji tirsa Kurdan' dest bi tevgerê kir.

Kovarê di nirxandina xwe de balkişand ser ku dagirkeriya Tirk a mayînde ya li herêmeke bi qasî Berlînê wê pêvajoya li Sûriyeyê hîn tevlihev bike.