Ragihandina Arabî bi operasyona Cerablûsê bûn du cephe!

Ragihandina Arabî bi operasyona Cerablûsê bûn du cephe!

Rojava News: Li rojhilatanavîn rojnameyên Arabî di derbarê operasyona Tirkiyê ya Cerablusê de bûn du perçe.

Hin rojname wê operasyonê weke destpêka şer e kî nû dibinin, hinek jî pasnê wê didin.

Gelek rojnameyê rojhilatanavîn operasyona Cerablusê ji manşetê da.

Rojnameya El-Vafd ya li Misrê çap dibe bi sernivîsa “Tirkiye bi midaxeleya leşkeri kete nav çirava Sûriyê”

Rojnameya El Diyar ya nêzîkî Hizbillaha Libnanê bi sernivîsa “Tirkiye ket e nav axa Sûriyê û sinyale heremên ewlehiyê da” çap bu.

Rojnameya El Betha ya nêzîkî rejima Sûriyê nuceya xwe bi sernivîsa "Tirkiyê bi say a Amerîka di şer ê Sûriyê de pêvajoye ke nû vekir”parvekir û herweha li ser zarê Wezaretê derve jî got; “Li Ceraplûsê grupên terorîstî cîh guhartin.”  

Al-Thawara ya nêzîkî Esad:“Tirkiyê careke din li xaka Sûriyê desthilatdariya gele sûriyê binpê kir”

Got; “Sedema operasyona Ceraplûsê her çi bî jî, peyvendiyê xwe yê li gel hêzên terorîstî li ber çawê cîhanêe eşkere kir”

Rojnameya Libnanî ya li dijî Sûriyê El Nahar “Operasyona Cerablûsê ji bo Sûriyê tê wateya guhrankariyê bingehî”

Rojnameya Misrî ya bi navê El Ehram jî dibêje; Tirkiyê bi teybet piştî têkçûna pêvajoya aşitiyê, ji pêşveçûnên kurda yê bi alikariya Amerîka li bakûrê Sûriyê tirsiya.

Rojnameya El Qatar jî nivîsandiye; Hevdîtinên di navbera Îran û Tirkiyê li ser esasê birêvebirina pirsgirêka Kurda li Rojhilatanavîne, û têgîhîneke berfireh tê de tunneye, û li ser berjiwendiyê demkî ne, dixwazin bi her dua liyan re peyvendiyê xwe koordine bikin”

Li gor Rojnameya Kuweytî El-Seyassah ; Di navbera Tirkiyê, Rusyayê û Îranê de cepheyeke dijî araba hatiye avakirin. Bila serokê Araba bibin yek û baverî bi kesê din nekin.

Rojnameya El Jezaîrê ku nêzîkî rejima Erabîstana Siûdiye ye bi sernuçeya “Bi vê komployê dixwazin li dile arab a bidin”parvekir.