Rojnameyên Ereb siberoja Kurdan dinerxînin!

Rojnameyên Ereb siberoja Kurdan dinerxînin!

10:25:02

 

Rojava News: Hat ragihandin ku rojnameyên Ereb ên Rojhilata Navîn piştî operasyona Cerablûsê ya Tirkiyeyê rewşa Kurdan girtine roveja xwe û behsa siberoja Kurdên Rojava dikin.

BBC Tirkî diyar kir ku hinek nivîskarên Ereb dibêjin projeya netewî ya Kurd êdî bûye ‘rastiyek' hinek nivîskar jî diyar dikin ku ‘xeyalê dewleta Kurdî her ku diçe hîn bi dûr dikeve.'

 Li gorî zanyariyên BBC Tirkiyê Hafez Al-Barghoutî yê nivîskarê rojnameya Al-Khaleej a li Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî, diparêze ku geşedan û pêşketinên di derbarê Kurdan de Tirkiye û Sûriyeyê nêzîkê hevdu dikin.

Nivîskarê Ereb Al Barghoutî diyar dike ku Amerîka dixwaze li Rojava dewleteke Kurdî ava bike û dibe ku ev dewlet bigihêje Herêma Kurdistanê û got ev yek jî Tirkiyeyê bi endîşe dike.

Nivîskarê rojnameya Al-Naharê ya Lubnanê Rajeh Khourî jî nivisî û got "ji bo qeyrana Sûriyeyê çareseriya herî bi mantiq federalîzm e." Khourî dest nîşan dike ku "Moskova ji bo agirbestiya li Hesekê navbeynkariyê dike û ev jî tê wateya naskirin a xweseriya Kurdan a li bakurê Sûriyeyê."

îsraîlî: Tirkiye dest ji şertê rakirina dorpêçkirina Xazeyê berda Li gel vê yekê ji rojnameya Al-Dustur a alîgira qraliyeta Urdunê nivîskar Arîb Al-Rintawî di nivîsa xwe de got "pirsgirêk ne bi riya leşkerî, tenê pêkan e ku bi lihevkirineke siyasî were çareserkirin." Nivîskarê rojnameya Al-Watanê ya Qatarê Mazin Hammad jî parast ku "xeyalê dewleteke Kurdî wenda dibe."

Nivîskarê rojnameya Al Masrî Al-Youm a Misirê Abbas Al-Tarabilyê jî anî ziman ku "li bakurê Iraqê bi awayekî de facto be jî dewleteke Kurdî heye û ji ber vê sedemê projeya netewî ya gelê Kurd vediguhere rastiyê." Herwiha nivîskarê rojnameya Al-Siyasah a Quweytê Ghasan Al-Moufleh jî dibêje "midaxeleya Tirkiyeyê ya li dijî Sûriyeyê wek şerekî navxweyî yê di navbera artêşa Tirk û PKKê de tê xuya." Huseyin Sakr ê nivîskarê rojnameya dewleta Sûriyeyê ya bi navê Al-Thawrahê jî şîrove dike ku "Amerîka bi awayekî zirardayînê dixwaze şerê Tirk û Kurdan derxîne, şerên heyî hîn gheş dike û dixwaze vê yekê ji bo berjeqendiyên xwe bikar bîne."