Daily Telegraphê: Bingeha dewlata Kurdî tê danîn

Daily Telegraphê: Bingeha dewlata Kurdî tê danîn

10:41:22

 

Rojava News: Nivîskarê rojnameya îngilîzî Daily Telegraphê (DT) Con Coughlin got, li Iraq û Sûriyê bi bêdengî bingeha dewleta Kurdî tê danîn.

Con Coughlin di gotara xwe ya dawiyê de behsa dahatuya Kurdan li Rojhilata Navîn dike.

Coughlin wiha dibêje: “Dibe ku Tirkiye û Sûriye li dijî serxwebûna Kurdistanê derbikevin lê fikra dewlata Kurdî her diçe bihêztir dibe. Kurd li Iraq û Sûriyeya tevlihevî heye bi bêdengî bingeha dewleta Kurdî didanin.

Di pêvajoya dirêj û bêtam a şikandina DAIŞê de Kurdan xwe îspat kirin. Pêşmergeyên par li Iraqê Şingal jî DAIŞê rizgarkirin niha xwe ji bo operasyona rizgarkirina Mûsilê amade dikin. Li Sûriyê jî YPGê û hevkarên wê nehiştin Kobanî bikeve destê DAIŞê û bi wê yekê reyeke girîng a îkmala DAIŞê girtin.”

Berdewamiya gotara xwe de Coughlin dibêje: “Tevkariya Kurdan a li dijî DAIŞê ji bo welatên hevpeymaniya navdewletî gellekî girîng e.Wezîrê Parastina Ameîrkayê Ashton Carter beriya niha digot, Hêzên Pêşmerge fêris in û morale wan bilinde.”

Derbarê êrişên Tirkiyê yên li dijî hêzên Kurdî û hevalbendê wan de jî wiha gotiye: “Tirkiye li şûna DAIŞê, Kurdan dike hedef, divê derbarê Enqerê de weke hevalbendekê ji nû nû ve lêkolînê û lêpirsîn bêne kirin. Jixwe Tirkiyê bi helwesta xwe ya tewş li Sûriyê heta niha ji zêdeyî ve sebra NATOyê test kiriye.”

Nivîskarê Daily Telegraphê herwiha amaje dike ku heger Kurd bixwazin bibin serbixwe divê baweriyê bide welatên ciran, di serî de bide Tirkiyê dê ji bo wan nebe metirsî û ger.