2014: 61 xebatkarên NY jiyana xwe ji dest dan

2014: 61 xebatkarên NY jiyana xwe ji dest dan

Rojava News: Li gor daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî (NY) li sala 2014'an de 61 xebatkarên wan ên li ser karê xwe hatine kuştin. Ev hejmar di sala 2013'an de 58, di sala 2012'an de jî 37 bû.

Sendîkaya Xebatkarên Neteweyên Yekbûyî roja Sêşemê daxuyaniyek da û diyar ku yên di sala 2014'an de jiyana xwe ji dest dane 33 jê xebatkarên hêza aştiyê, 16 jê personelên sivîl, 9 jê xebatkarên avadanî û 3 jê jî şêwirmend in.

Ji bo xebatkarên Neteweyên Yekbûyî cihê herî xetere yê sala 2014'an Malî bû, ku 28 xebatkarên NY lê jiyana xwe ji dest dan. Dûre jî Gazze bû, ku 11 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Neteweyên Yekbûyî her wiha ragihand ku di sala 2014'an de gelek xebatkarên NY hatine girtin, dîl hatine girtin û hatine revandin.

Serokê Sendîkaya Xebatkarên NY lan Richards di axaftina xwe ya hefteya derbasbûyî ya civata giştî de ji bo parastina xebatkarên NY xwest, tedbîr werin girtin.