Kerry: Divê Esad beşdarî hilbijartinên serokatiyê bibe

Kerry: Divê Esad beşdarî hilbijartinên serokatiyê bibe

12:41:48

 

Rojava News: Rojnameya New York Timesê hûrgiliyên hevdîtina Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry bi hinek dijberên Sûriyeyê re di dema civîna Lijneya Ewlekariya NYyê de weşandin.

Rojnameyê ragihand ku Kerry dilgiraniya xwe ji gelek meseleyên girêdayî  welatê xwe re diyar kiriye û gotiye ku rûsan fen lê kirine ku ew gelek biryarên siyasî yên Obama rast nabîne.

Herwiha Kerry xemgîniya xwe diyar kiriye ji ber ku polîtîkaya wî piştgiriyeke leşkerî ya cidî nagire û dûre ji sûriyan re gotiye ku divê serokê niha yê Sûriyeyê Beşar Esad beşdarî hilbijartina bê ya serokatiyê ya Sûriyeyê bibe.

Ji aliyê din ve, rojnameyê bi bîr anî ku Obama berî 5 salan xwestibû ku Esad îstîfa bike. Kerry di wê hevdîtinê de diyar kiriye ku ti behaneyeke wan a meşrû tine ku êrîşî hikûmeta Esad bikin lê Rûsya ji aliyê wî bi xwe ve hatiye vexwendin.

Herwiha rojnameyê diyar nekir bê çawa Rûsyayê fen li Kerry kiriye û berdevkê wezaretê John Kirby nexwest bersivê bide û ew axiftin wek taybet bi nav kirin.