BBC: Esad îşareta ku karin bi Tirkiyê re hevdîtinê bikin da!

BBC: Esad îşareta ku karin bi Tirkiyê re hevdîtinê bikin da!

 

 

Rojava News: Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad di gotûbêja xwe ya ji bo kovara Îranê ya bi navê Xebatên Polîtîkaya Derve ya Tehranê de got "ji bo me armanca pêşîn ew e ku xwîna li Sûriiyeyê tê rijandin, were sekinandin."

Li gorî nûçeya BBC Tirkî Beşar Esad ji ber bûyerên li Sûriyeyê welatên Rojava, bi taybetî jî Amerîka sûcdar kir û ji ber polîtîkayên wan ên Sûriyeyê rexne li welatên wekî Erebîstana Siûdî û Tirkiyeyê jî girt.

Beşar Esas operasyona Cerablûsê jî rexne kir û got "ji ber ku Amerîkayê destûr da, Tirkiye ket Cerablûsê. Erdogan bi salan xwest midaxeleyê Sûriyeyê bike lê destur nehat dayîn. Niha ket Cerablûsê, ji ber ku ji bo vê yekê destur hat dayîn. Serokdewletê Sûriyeyê ji bo sedema destûrdayînê jî wiha got, "Ez di wê baweriyê de me ku Amerîka ji ber ku dixwaze rewşê hîn tevlihev bike, loma destûr da.

Esad: "Amerîka bi zanebûn êrişî leşkerên Sûriyeyê kir" Kurd jî ji ber ku Amerîka piştgiriyê dide Kurdan, wê giliyê Tirkan bi Amerîkayê bike. Û gava ku dijberiyeke Kurd û Ereban jî çêbibe, wê her du jî biçin gel Amerîkayê.

Ev mentiqê Amerîkayê ye: Perçe bike û birêve bibe" Esad li ser pirseke li ser hevdîtina bi Erdogan, Barack Obama û rayedarên Siûdî re jî got "ji bo me ya herî girîng ew e ku xwîna tê rijandin, were sekinandin." Beşar Esad derbirî ku ji bo vê armanca divê bi her kesî re hevdîtin were kirin û got "em ê bêyî hestiyarî ji bo sekinandina xwînê her tiştî bikin.

Hevdîtina bi terorîstekî re ne tiştekî başe lê ger ku hevdîtina bi terorîst re wê xwînê bide sekinandin, divê ev were şopandin."