Li gerdûn ji gerstêrkeke din sînyala radyo hat girtin

Li gerdûn ji gerstêrkeke din sînyala radyo hat girtin

Rojava News: Rojnameya zanistî "Espace" ragihand ku ji gerstêrkeke din sînyaleke radyo ya ji dema rasteqîn hatiye tespîtkirin.

Sînyala ku ji aliyê teleskopa Awûstûralya Parkes ve hat tespîtkirin, hat ragihandin ku ji kûrahiya gerdûnê hatiye.

Ev sînyala ji cihekî bi 5,5 mîlyar salên ronahiyê dûre, di hev demiyê de hat.

Hat diyarkirin, ku ev sînyala radyo ya ji pêlên ûltra yên bi lez, di nava vê dema kurt de, bi qasî enerjiya tîrêjên rojê yên tevahiya rojê belav dike, enerjî derxistiye holê.

Di rewşa heyî de astronot çavkaniya vê sînyalê nizanin.

Ji sala 2007'an û vir ve du sînyalên bi vî rengî hatibûn tespîtkirin. Lê belê hatibû tespîtkirin ku ev piştre jî hatine.

Ji tespîta sînyala dawî û vir ve, li gelek deverên cîhanê zanyarên pispor ketin nava tevgerê.

Bi bikaranîna teleskopên bejahî û hewayî re hewl tê dayîn, mercên hilberîna vê sînyala nepenî were fêmkirin.

Lê belê heta niha teleskopên din sînyaleke nû kifş nekirine. Sînyal hînê nepenî ye.

Nayê zanîn ku di koka sînyaleke ewçend bi lez de çi heye. Ya ku tê zanîn ew e; ji cihekî gelekî dûrî gerstêrka me tê.