Çavûşglu: Eger PKK berê xwe bide rojhilatê Şingalê em nahêlin

Çavûşglu: Eger PKK berê xwe bide rojhilatê Şingalê em nahêlin

 

Rojava News: Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşglu dibêje, Tirkiye û Îran derheqê PKK-PYD û PJAKê de mîna hev hizir dikin. Çavûşoglu her wiha dibêje, eger PKK ber bi rojhilatê Şingalê ve biçe emê mudaxele bikin.

Mevlût Çavûşoglu ji rojnameya Yenîbîrlîk a Tirkiyê re gotiye, em û Îran derheqê PKK-PYD û PJAKê de mîna hev difikirin.

Derheqê şerê Mûsilê, Şingal û Til Eferê de jî Çavûşoglu gotiye, me bi Îranê re li ser wê yekê jî gotûbêj kiriye ku Heşda Şeibî derbasî nav Til Eferê nabe.

Derheqê hebûna hêzên PKKê li Şingalê jî wî rayedarî Tirk gotiye, eger PKK berê xwe bide aliyê rojhilatê Şingalê wê çaxê emê mudaxele bikin. Tê zanîn ku rojhilat Şingalê dikeve bakûrê Til Eferê.