Rojava News: Çeteyên DAIŞ'ê, dîmenên qetilkirina rojnamevanê Japon Kenji Goto yê dîl girtibûn, di înternetê de weşandin.
Welatiyekî din ê Japon ê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve dîl hatibû girtin, bi jêkirina serî re hat qetilkirin. Rojnamevanê qada şer ê xwedî tecrûbe Kenji Goto, ji aliyê çeteyekî DAIŞ'ê yê bi maske ve hat qetilkirin û vîdeoya serjêkirinê danê êvarê di înternetê de hat weşandin.
Rayedarên Japon der barê mijarê de ti daxuyanî nedan. Aqûbeta pîlotê Urdunî yê di destê DAIŞ'ê de ye, hînê ne diyare.